Obama piştgiriya bo Kamala Harris eşkere kir: Em ê hemû hewlan ji bo serketina wê bidin

Obama piştgiriya bo Kamala Harris eşkere kir: Em ê hemû hewlan ji bo serketina wê bidin

PeyamaKurd - Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama, ji bo hilbijartinên seroktiyê piştevaniya xwe ji bo Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harrîs re eşkere kir.

Obama hesabê xwe yê Xê got ku di dawiya vê hefteyê de wî û hevjîna xwe Micheal Obama, pêwendî bi Kamala Harîs re kiriye û ji Harris re gotine, nêrîna wan ew e ku dikare bibe serokek baş ji bo Amerîkayê û ew piştevaniyeke tam didinê.

Obama diyar kir, “Di vê demê de em hemû hewlan didin ji bo ku di hilbijartinê de serkeftina Harris misoger bikin û bang li welatiyên Amerîkayê dikim piştevaniya wê bikin.”

Hêjayî gotinê ye, piştevaniya Obama hêzeke mezin dide Kamala Harris ku piştî vekişîna ji namzediyê ya Joe Biden, ew bûye namzeda Partiya Demokratan a Amerîkayê.