Pedersen rewşa Siwêda û Rojavayê Kurdistanê bi Şeybanî re gotûbêj kir

Pedersen rewşa Siwêda û Rojavayê Kurdistanê bi Şeybanî re gotûbêj kir

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen, li Şamê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî re civiya.

Hate ragihandin ku di civînê de nîqaşeke berfireh li ser pêvajoya veguherîna siyasî, di nav de Meclisa Gel û aliyên herêmî û navneteweyî, hatin kirin.

 Rewşa li Siwêda û Bakur-rojhilat (Rojavayê Kurdistanê) bi berfirehî hate nîqaşkirin, herwiha li ser rewşa herêmên peravê jî hate axaftin.

Nûnerê Taybet Pedersen piştgiriya tevahî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo serwerî û yekparçebûna axa Sûriyê dubare kir û bang kir ku binpêkirinên Îsraîlê bi dawî bibin û pirsgirêkên navxweyî yên Sûriyê bi rêya diyalogê û hewldanên rastîn ên ji bo avakirina baweriyê werin çareserkirin.

Pedersen, tekezî li ser piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji bo hikûmet û gelê Sûriyê kir di lêgerîna aştiya navxweyî û aramiya bi rêya veguherîneke siyasî ya berfireh, şefaf û pêbawer de ku li gorî prensîbên bingehîn ên biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 a 2015an.

Ev nivîs 134 car hatiye xwendin.