Pentagon firotina alavên leşkerî ji bo 2 welatan qebûl kir

PeyamaKurd – Wezareta berevaniya Amerîkayê (DYA) Pentagonê firotna alavên leşkerî ya ji bo du welatan ji bo Lubnan û Norweçê qebûl kir.
Pentagonê ragihand ku ji bo Lubnanê wê ekîpmanên balafirên 'A-29 Super Tucano' û ji bo Norweçê jî helîkopterên 'HH-60W' û ekîpmanên wan bifroşe.
Wezareta bergiriya DYAyê Pentagonê beşa Ajansa Hevkariya Ewlehiya Bergiriyê ragihand ku miqdarê alavên bifroşin Lubnanê, wê li dora 200 milyon dolarî be.
Ajans ragihand ku sertîfîka pêwist dane kongreyê û firotin wê ji aliyê şîrketa teknolojiyê ya bi navê 'Sierra Nevada Corporation' de ya li Nevade bêkirin.
Di daxwuyaniyê de behsa firotina helîkopteran ya bo Norweçê jî hat kirin û firotina helîkopterên 'HH-60W' û ekîpmanên wan hat kirin ku firotina wan erê kirine û wê ji aliyê şîrketa 'Sikorsky Aircraft Corporation' ya li Connecticutê de bêkirin.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




