Piştî 12 salan Îtalyayê balyozek bo Sûriyeyê destnîşan kir

Piştî 12 salan Îtalyayê balyozek bo Sûriyeyê destnîşan kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îtaliyayê Antonio Tajani ragihand ku balyozê xwe ji bo Sûriyê diyar kiriye ku ji sala 2012an piştî şerê navxwe yê Sûriyê balyozê xwe vekişandibû.

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got ku Stifano Rafacinan weke Balyozê Sûriyê wê di demeke nêz de dest bi kar bike.

Hêjayî gotinê ye, Îtalya piştî 12 salan dibe yekem dewleta nav koma heftan ya dewletên pîşesazî yên cîhanê ku balyozê xwe ji bo Sûriyê diyar dike.

Hefteya borî jî Îtalya, Awistiriya, Yûnanistan, Qibris, Koma Çek, Xirwatiya, Slovenya û Slovakiyayê nameyek ji berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropa Josep Borell re şanidibûn û jê daxwaz kiribûn êdî balê bikişînin ser Sûriyê.

Niha li Sûriyê balyozxaneyên 6 dewletên YE yên Romanya, Bulgaristan Yûnanistan, Qibris, Çek û Macaristanê vekirine.