Pizîşkiyan: Hûsî cuda ne, em bi Siûdî re ne di şer de ne

Pizîşkiyan: Hûsî cuda ne, em bi Siûdî re ne di şer de ne

PeyamaKurd - Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan da xuyakirin ku pirsgirêka wan bi tu welatên herêmê re nîne û armanca wan a sereke ew baregehên leşkerî yên Amerîkayê ne ku li wan welatan hatine bicihkirin.

Pizîşkiyan got ku ew bi Erebistana Siûdî re ne di nava şer de ne û pirsgirêkên Hûsiyan bi xwe re girêdayî ne.

Pizîşkiyan her wiha li ser girtina Tengava Hurmizê axivî û da zanîn ku ji bo vekirina vê riya avî ya stratejîk di çarçoveya pîvanên navneteweyî de hewldan hene, lê ew vê yekê bi şertê dawîhatina dorpêç û çalakiyên Amerîkayê ve girê didin.

Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Veguhastina Deryayî, ji dema girtina tengavê ve hinardeya petrolê ji bo bazarên cîhanê gelekî kêm bûye.