Polîs 150 destekvanên 'Palestine Action' ê yên li Îngîltere xist binçav

PeyamaKurd – Li welatê Îngîltere grûba ni navê 'Palestine Action' hatiye qedexekirin û kesên destekê dan grûbê îro çalakiyekî li dar xistin û hêzên asayîşê 150 çalakvanan xist binçav. Çalakvan bi banga grûba 'Defend Our Juries' civiyan û polîs mudaxeleyê wan kir.
"Palestine Action" piştî hat qedexekirin, grûba "Defend Our Juries" li hemberê qedexeyê derket û piştî bangê çalakvan li Meydana Parlementoyê civiyan û li gor wextê Londrayê seet di 13.00an de dest bi çalakiyê kirin.
Çalakvan pankartên vala biribûn meydanê û li ser wan nivîsandin: “Li dijî komkujiyê me û destekê didim Palestine Actionê”
Polîsê Londrayê yên Metropolitanê mudaxeleyê çalakvan kirin. Polîsê Metropolitan di ser hesabê xwe yê Xê de weha ragihand:
“Polîsan di protestoya Defend Our Juries de bi sedema êrîşa polîsan û desteka ji bo grûba hatiye qedexekirin û ji hinek sûcên din 150 kesan xist binçav. Çalakvan me aciz kirin, kulm, pihîn daweşandin me, tif kirin û tiştan avêtin me. Em ti êrîşa ser polîsan xweşbîn nabînin û wê binçavkirin dewam bikin.”
Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.




