Rapirsî: Navdariya Macron, bi pas ket

Rapirsî: Navdariya Macron, bi pas ket

PeyamaKurd- Di rapirsiya ku di nav raya giştî ya Fransayê de hat kirin de derket holê ku ji ber xwepêşandanên li dijî malnişîniyê yên li welêt, navdariya Serokomarê Fransayê  Emmanuel Macron, di mehekê de 6 puan kêm bûye.

Li gorî rapirsiya koma lêkolînê ya raya giştî BVAyê, ji % 70yê Fransiyan difikirin ku Macron ne serokekî baş e.

Hat eşkerekirin ku navdariya Macron daket ji %28an ango daket asta herî nizim a dema ku wî dest bi kar kiriye.

Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku navdariya Serokwezîr Elisabeth Borne ku bêyî pêşkêşî parlamentoyê bike, rasterast reform qebûl kiribû, 2 puan daket û ket asta herî nizm.

Her wiha hat eşkerekirin ku ev rapirsî, di navbera 24 û 25ê Adarê de bi 1000 kesên ji 18 salî mezintir hatiye kirin ku nûnertiya serjimêra Fransayê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin