Sûriye di nav 3 mehan de 5 balafirên geştê distîne

PeyamaKurd- Rêveberiya hêlên asmanî ya Sûrîyê ragihand ku wê hejmara balafirên rêwiyan di nav 3 mehan de bên zêdekirin.
Rêveberê hêlên asmanî ya Sûrîyê Samih Erabî eşkere kir, ew hejmara balafirên xwe di heyama 3 mehan de bi 5 balafirên nû zêde dikin.
Samih Erabî diyar kir, wê geştên wan yên bê bo Lîbiyayê bin û ew kar li ser destpêkirina geştan ji bo Misrê jî dikin.
Li aliyê din du kompaniyên veguhestina asmanî Nas û Edîl yên Si´ûdiyê ragihandin ku wê geştên wan bo Sûriyê di hefteyên bê de dest pê dikin.
Ev nivîs 181 car hatiye xwendin.




