Serokê Lubnanê êrîşa li UNIFILê şermezar kir: Em tehemil nakin

PeyamaKurd – Îro roja Şemiyê, Serokê Lubnanê Joseph Aoun êrîşa li ser karwanê UNIFILê şermezar kir, û tekez kir ku hêzên ewlehiyê “nahêlin ti aliyek ku hewl bide aramiya welat têk bide.”
Doh êvarê xwenîşandan û serhildanên berfireh li Bêrûdê, ji aliyê Hizbullaha Lubnanê û alîgirên wê de pêk hatin.
Xwepêşanderan rêya Firokxaneya Navdewletî ya Rafic Herîrî bi şewitandina lastîk û keviran girtin, lê artêşa Lubnanî paşê ew vekir. Xwenîşanderan her weha otombîleke UNIFILê şewitandin û yek ji fermandarên wê birîndar bû, û rêxistinê bang li desthilatên Lubnanî kir ku vekolîneke “temam û bilez” bikin.
Di bersivê de, serokê Lubnanê Aoun piştrast kir ku “tiştên ku li ser rêya firokexaneyê û li hin deverên Bêrûdê qewimîn nayê qebûlkirin û dê destûr tune be ku careke din çêbibin”
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.




