Serokwezîrê Almanya Merz: “Em dixwazin Tirkiyê di nav Yekîtiya Ewrûpa de bibînin”

Serokwezîrê Almanya Merz: “Em dixwazin Tirkiyê di nav Yekîtiya Ewrûpa de bibînin”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Friedrich Merz bi seredana fermî li Ankara bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê her dû lîder derketin ber çapemeniyê. Erdoğan got:

“Hedefa me em bi Almanya re hecma bazirganiya xwe bigihînin 60 milyar dolarî.”

Serokwezîrê Almanya Mezr jî di axaftina xwe de got:

“Em dixwazin Tirkiyê di Yekîtiya Ewrûpa de bibînin. Min teklîfa diyaloga stratejîk kir. Em destekê didin endamtiya Tirkiyê ya YEyê. Lê divê li pey krîterên Kopenhagê herin.”

Erdoğan jî got ku ew ne li hemberê krîterên Kopenhagêne lê krîterên Ankara jî hene, Tirkiye ne welatekî Asya an welatekî Ewrûpa ye.

Merz, ragihand ku ew ji firotina balafirên şer yên Eurofighteran bo Tirkiyê razîne û dê ev ji ewlehiya hevpar re xizmetê bike.

Erdoğan behsa Tirkên li Almanya kir û got tam 64 sal berê Tirk bi bawolên xwe çûne Almanya û weha dewam kir:

“Birayên me yên Tirk tam 64 sal berê bi bawolên xwe çûn Almanya û bi 3,5 milyon nûfûsa xwe destekê dan geşepêdana Almanya. Civaka Tirk dewlemendiya me ya hevpare û di civînê de me teyîd kir. Divê destkeftiyên wan bên parastin. Di civînê de me behsa pêwistiya têkoşîna li hemberê dijminahiya biyaniyan ya li Almanya kir.”

Erdoğan got ku eger bera jî YE bixwaze Tirkiyê bike endamê Yekîtiyê, di nav wextekî kurt de dikarin gavên mezin bavêjin. Di nav axaftina her dû lîderan de mijara Fîlîstînê û Ûkraynayê jî hebûn.

Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.