12emîn Maratona Navneteweyî ya Hewlêrê hate lidarxistin

12emîn Maratona Navneteweyî ya Hewlêrê hate lidarxistin

PeyamaKurd - 12emîn Maratona Navneteweyî ya Hewlêrê bi beşdariya bi hezaran beşdarên herêmî û navneteweyî hate lidarxistin.

Hewlêr tekane bajarê Iraqê ye ku salane maratona navneteweyî tê lidarxistin. 12emîn Maratona Navneteweyî ya Hewlêrê îro di sê astên cûda de dest pê kir.

Maratona 42 kîlometreyî, ku wekî maratona dirêj tê zanîn, îro sibehê bi tenê 400 werzişvanên xwedî ezmûna maratonê dest pê kir.

Werzişvanên ku beşdarî maratona 42 kîlometreyî dibin, divê sê caran Kolana 60 metreyî ya Hewlêrê temam bikin.

Maratonên Asta 2, ku yek gera li dora Kolana 60 metreyî û maratonên 2 kîlometreyî, bi giranî ji bo zarokan, jî îro dest pê kirin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.