PeyamaKurd- Li gorî agahiya ku di ser hesabê fermî yê Serokwezîrtiya Iraqê de hat parvekirin, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî, îro çû paytexta Rusyayê Moskowê.
Di agahiyên ku hatin dayîn de ji bilî vê agahiyê li ser hevdîtinên ku dê bi rayedarên Moskowê re bên kirin, tu agahî nehatin parvekirin.
Ji aliyê din ve rojnameya fermî ya Iraqê Es-Sabah hevpeyvîna ku Sûdanî beriya serdana xwe ya Rusyayê kiribû parve kir.
Li gorî vê hevpeyvînê, Sûdanî diyar kir ku ew ê di serdana xwe ya du rojî ya Rusyayê de bi Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin re têkiliyên dualî gotûbêj bikin û dê li Moskowê beşdarî çalakiya hefteya enerjiyê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin