Seferên Tehran û bajarê Wanê yên trênê destpêkirin

Seferên Tehran û bajarê Wanê yên trênê destpêkirin

PeyamaKurd- Sala borî jî seferên navbera Tehran û bajarê Wanê destpêkiribûn lê seferên îsal hêj îro destpêkirin. Sefer ji Tehranê bo Tebrîz û heya Wanê ne. Rêvebirê giştî yê şîrketa terênê yê Îranê Recebî mizgîniyê bi rêya ajansa Tansima Îranê weha da:

“Trêna sefera Tehran-Tebrîz û Wanê bi sieta Îranê siet di 09.30 de dest bi sefera xwe kir. Trên êvarê dê bigihê Tebrîzê û siba bigihê bajarê Wanê. Trên wê ji Tebrîzê siet di 22.30 de ji Tebrîzê hereket bike. Wê li ser sînor, li rawestgeha trênê ya bi navê Razîyê karên pasaport û gumrikê temam bikin û derbasî aliyê Wanê bibin.”

Recebî ragihand ku bihayê bilêtên trênê bo mezina 225 hezar tumene ku dike 17 dolar û bo zarokan 130 hezar tumene ku dike 10 dolar. Trên serê sibê dê siet di 06.00an de bigihê Wanê û di heman êvarê de siet di 21.00an de, dê ji Wanê hereket bike bo Tebrîz û Tehranê. Seferên Tehran û Wanê dê ji hefteyê yek carekî be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin