Stenbol | Di 1ê Gulanê de zêdetirî 400 kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê, di 1ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanî de gelek kesên dixwestin ku cejna karkeran li Meydana Taksîmê pîroz bikin, ji ber qedexeya parêzgariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.
Li navenda bajêr, nemaze li derdora Meydana Taksîmê, polîsan bend danîn û rê li ber xwepêşanderan girtin. Dema ku komên cuda hewl dan ber bi Taksîmê ve bimeşin, polîsan bi destwerdan kir û tê gotin zêdetirî 400 kes hatine binçav kirin.
Hate zanîn ku di nav kesên hatine binçavkirin de, nûnerên komeleyên sivîl, parêzer sendîka û siyasetmedar jî hene.
Walîtiya Stenbolê jî ragihand ku di tevahiya rojê de, li Stenbolê 384 kes hatine binçavkirin, lê çavkaniyên din dibêjin, hejmar zêdetir e.
Ev nivîs 59 car hatiye xwendin.




