Tûgayên İzzeddin el-Kassam 2 cesedên Îsraîliyan teslîm kir
 
                    PeyamaKurd – Di çarçova peymana agirbesa navbera Hamasê û Îsraîlê de, baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên İzzeddin el-Kassam 2 cesedan ji bin enqazan derxistin û wan teslîmî Xaça Sor ya Navdewletî (ICRC) kirin.
Li aliyê dinê artêşa Îsraîlê ragihand ku 2 tabûtên cesed tê de ne, ji Xaça Sor teslîm sitendine. Piştî cesed gihan artêşa Îsraîlê ji bo tesbîta nasnama wan dê bibin Tiba Edlî ya netewî.
Eger tesbît bikin ku ev her du cesed yên Îsraîliyane, 11 cesedên din yên Îsraîliyan dimînin ku divê Hamasa wan 11 heban teslîmê Îsraîlê bike.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin. 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					 
						
					