Tirkiye: "Îsraîl bi awayekî eşkere agirbestê binpê dike"

Tirkiye: "Îsraîl bi awayekî eşkere agirbestê binpê dike"

PeyamaKurd - Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê daxuyaniyek da û got, "Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê bi awayekî eşkere agirbestê binpê dikin."

Wezareta Karên Derve di 28ê Cotmehê de derbarê êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê de daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniyê tekez kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezzeyê bi awayekî eşkere agirbestê binpê dikin û fikarên kûr li ser raporên qurbaniyên sivîl nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em careke din tekez dikin ku pabendbûna bi tevahî ya agirbestê ji bo parastina hêviya aştiya mayînde û avakirina ewlehiya herêmî pir girîng e," û banga xwe ji Îsraîlê re dubare kir ku pabendî agirbestê bibe û ji kiryarên ku aştî û aramiyê xera dikin dûr bisekine.

Herwiha li ser helwesta Tirkiyeyê hat gotin, "Tirkiye wê hevgirtina xwe bi gelê Filistînê re biparêze û wê piştgiriyê bide hewldanên ji bo bidestxistina aştiyek dadmend, mayînde û berfireh li herêmê."

Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.