Li ser sînorê Sûriyê û Îsraîlê pêşketineke nû: Peymanek ji bo hêzeke hevbeş li Hermonê nêzîk e

Li ser sînorê Sûriyê û Îsraîlê pêşketineke nû: Peymanek ji bo hêzeke hevbeş li Hermonê nêzîk e

PeyamaKurd – Çavkaniyekî payebilind ê Îsraîlî ragihand ku danûstandinên di navbera Îsraîl, Sûriye û Amerîkayê de ji bo çareserkirina rewşa ewlehiyê ya li başûrê Sûriyeyê gihîştine qonaxên dawî.

Li gorî karbidestê ku ji El Hedethê re axivî, peymanek "nêzîkî temambûnê ye" û ew bicihkirina hêzeke leşkerî ya hevbeş a sêalî li Çiyayê Hermonê pêşbînî dike.

Karbidest diyar kir ku peymana nû dişibe Peymana Vekişînê ya sala 1974an, lê bi hin guhertinên giring. Guhertina herî berbiçav, avakirina hebûneke hevbeş a Îsraîlî-Amerîkî-Sûrî li hin deverên stratejîk, di nav de Çiyayê Hermonê ye. Ji bo çavdêriya ewlehiya sînor jî, li ser avakirina komîteyeke ewlehiyê ya hevbeş a sêalî lihevkirinek çêbûye.

Di derbarê rewşa li parêzgeha Siwêdayê de, çavkanî tekez kir ku Îsraîlê hem ji Washingtonê re hem jî ji Şamê re piştrast kiriye ku ew piştgiriyê nade tu tevgerên cudaxwaz û şexsiyetên wek Hekmet el-Hicrî. Her wiha, hat eşkerekirin ku plana ji bo korîdoreke mirovî ber bi Siwêdayê ve dê ne rasterast ji Îsraîlê, lê bi rêya paytext Şamê ve were meşandin û ev yek beşek ji plana Amerîkayê ye.

Li gorî heman çavkaniyê, hikûmeta Sûriyê ji aliyê xwe ve ji Amerîkayê re garantî daye ku ew ê êrîşî gelê Durzî neke û dê piştgiriya aborî û mûçeyan ji bo herêmê dabîn bike.

Ev geşedan piştî wê yekê tê ku Washingtonê ji Tel Avîvê xwestiye ku dosyaya başûrê Sûriyeyê û têkiliyên bi Şamê re heta dawiya salê bi encam bike. Hatibû ragihandin ku danûstandin di meha Îlonê de ji ber daxwazeke Îsraîlê ya têkildarî Suweydayê rawestiyabûn, lê niha careke din dest pê kirine.

Ji dema hilweşîna rejîma berê ya Sûriyê di Kanûna Pêşîn a sala borî de, Îsraîlê gelek caran êrîş li nav axa Sûriyê pêk anîne û pêşveçûna xwe ber bi herêma bêçek a ku di sala 1974an de hatibû destnîşankirin, berdewam kiriye.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.