Li Gebze ya Îstenbolê avahî hilweşiya û heya niha cenazê 2 kesan derxistine

Li Gebze ya Îstenbolê avahî hilweşiya û heya niha cenazê 2 kesan derxistine

PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê li navça Gebze avahiyekî 7 qat hilweşiya û cenazê 2 kesan yên bi navên Emir Bilir (12) û Naz Bilir (14) ji bin enqazan derxistin. Lê xwuşka mezin ya bi navê Dilara Bilir jî ji bin enqazê sax derxistine.

Li ser hilweşîna avahiyê;  9 apartman û xaniyên ku li dora avahiya hilweşandîbûn, vala kirin û deriyên wan mor kirin.

Sedema hilweşîna avajiya 7 qat nehat zanîn lê tîmên weka AFADê, tenduristiyê, îtfaiye û polîs li ciyê bûyerê xebatên xwe dewam dikin. Di bin enqaza avahiyê de li sax, mirî û birîndaran digerin.

Di avahiya hilweşiya de 3 daîreyên dublex, di zemînê de dermanxane hebû. Di qateka ku malbat tê de dijiya 5 kes hebûn. Lewra tîmên xebatê dikin, giraniya xwe dane ser wê daîrê. Tê gotin ku bavê her sê keçan Levent Bilir (44) û jina wî Emine Bilir (37) di bin enqazê de ne û ji bo wan rizgar bikin xebat dewam dikin.

Avahî di sala 20212an de çêbûye û di sala 2013an de xelk tê de rûniştiye. Xwediyê dermanxanê ragihandiye ku li her 2 qatên jorê kes tinebûye lê di qata navîn de tenê Levent Bilir hebûye.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.