Hesam Haj: Nûnerê Trump Mark Savaya li Bexdayê hejmarek civîn pêk anîn
PeyamaKurd- Hate îdikakirin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump li Iraqê Mark Savaya, e bi dizî serdana Bexdayê kiriye û bi hejmarek berpirsên siyasî re civiyaye.
Rojnamevanê Iraqî Hesam Haj ku bi nêzîkbûna xwe ya bi serokên partiyên siyasî tê nasîn, îro 29ê Cotmehê ragihand ku nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savaya, du roj berê gihîştiye Bexdayê û rêzecivînên dizî bi hejmarek serokên fraksiyonên siyasî re li dar xistiye.
Hesam Haj daye zanîn, civîn dûrî medyayê hatine lidarxistin û xwedî karekterekî siyasî yê hesas in ku balê dikişînin ser stratejiya pêşerojê ya Amerîkayê li Iraqê û mijarên têkildarî hebûna Amerîkayê, hilbijartin û hevpeymaniyên herêmî.
Heta niha ji balyozxaneya Amerîkayê yan jî ji hikûmeta Iraqê derbarê serdanê û hûrguliyên civînên ligel Savaya de ti daxuyaniyeke fermî û piştrastkirine belav nebûye.
Mark Savaya ji bajarokê Telkêf ê parêzgeha Nînowayê ye û ji malbateke Kildanî ya Xiristiyan a Iraqê ye. Malbata wî berî ku di salên 1990î de koçî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bike, li Bexdayê bi giranî li deverên Kerade û Cedrîyê dijiya. Niha ew karsazekî serkeftî û hevalekî nêzîk ê Trump, Elon Musk û hejmarek kesayetiyên navdar ên Amerîkî û Ereb e.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.