Wê Erdogan sibe bi şanda DEM Partiyê re bicive
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku sibe Pêncşemê li demjimêr 17:30yê êvarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, li Koşka Serokomariyê şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê qebûl dike.
Hate diyarkirin ku şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku herdu parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tê de cî digrin, sibe bi Erdogan re hevdîtinê dike.
Hêjayî gotinê ye, ev hevdîtin piştî biryara PKKê ya vekişîna ji Tirkiyeyê pêk tê ku çaverêye piştî hevdîtina ligel Erdogan jî ew şande careke din serdana Abdullah Ocalan ji bo pêngavên bêne avêtin bike.
Ev demek e ji komîsyona çareseriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê jî tê xwestin ku şandekê bişîne Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re bicive.
Ev nivîs 30 car hatiye xwendin.