Li Hîzan a Bedlîsê xebatên ji bo gaza xwezayî dewam dikin
PeyamaKurd – Xebatên xizmetên gaza xwezayî li navça Hîzan a bi ser Bedlîs de dewam dikin. Qeymeqamê Hîzanê Muhammet Said Bilgin û şaredarê Hîzanê Yahya Şam li ciyê xebatê kontrolan kirin. Bi temamkirina şebeka gazê re wê jiyana xelkê Hîzanê baştir û paqijtir bibe. Bilgin got:
“Em ber bi dawiya proja girîng ve diçin ku wê ev proje jiyana xelkê baştir bike. Em dixebitin ku di çaxekî nêz de bikin ku xelk êdî karibe gazê bikarbîne.”
Şaredarê Hîzanê Şam jî ragihand ku ji bo pêşdeçûna Hîzanê dixebitin û bo bajêr bibe bajarekî nûjen dixebitin.
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.