PDK û YNKê mercên ji bo beşdariya hikûmeta bê ya Iraqê eşkere kirin

PDK û YNKê mercên ji bo beşdariya hikûmeta bê ya Iraqê eşkere kirin

PeyamaKurd- Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo beşdarbûna di hikûmeta nû ya Iraqê de mercên xwe yên sereke ragihandin.

Her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê bi bîr xistin ku di kabîneya berê ya Mihemed Şiya Sûdanî de jî di çarçoveya "Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê" de cih girtibûn, lê niha bi mercekî amade ne ku beşdarî hikûmeta bê bibin.

Ji bilî PDK û YNKê, tenê Tevgera Nifşê Nû ragihandiye ku ew amade ne bi soza "çareserkirina pirsgirêkan" beşdarî hikûmetê bibin lê heta niha tu mercên taybet eşkere nekiriye.

PDK: Bicihanîna Destûrê, yasa û mafên darayî

PDK dirûşma "Hevparî, Hevsengî û Lihevkirin" wekî sernavê bangeşeya xwe ya hilbijartinê destnîşan kiriye û pêdagiriyê li ser bicihanîna wan dike. Li gorî Seroka Lîsteya PDKyê ya Silêmaniyê Eşwaq Cafê, mercê sereke yê PDKê ew e ku destûr û madeyên wê yên bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne, bi cî werin. Di nav van mercan de dayîna maf û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê û bicihanîna xalên karnameyên hikûmetên berê yên Iraqê hene, wek Madeya 140î û derxistina yasaya petrol û gazê.

Serokê Lîsteya PDKê ya Hewlêrê got, ger derxistina yasaya petrol û gazê ya federalî nebe beşek ji karnameya hikûmeta bê, dê partiya wî beşdar nebe.

YNK: Hevpariya rasteqîn û bicihanîna Destûrê

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî daxwaz dike ku pirsgirêkên li gel Bexdayê di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin. Herêm Kemal Axa, Serokê Lîsteya YNKê ya Hewlêrê, diyar kir ku pirsgirêka Yekîtiyê ne post e, lê ya wan hevpariya rasteqîn e, da ku bikarin di biryarên siyasî û aborî de hevpar bin. YNK tekez dike ku heta piştrast nebe ku dê di hikûmeta bê de bibe hevparekî rasteqîn, beşdar nabe.

Namzedê YNKê Xerîb Ehmed ragihand ku bicihkirina yasayên ku ji Parlamentoya Iraqê derdikevin, dê bibe beşeke sereke ya mercên wan ji bo beşdarbûnê, herwiha daxwaza rastkirina rêça hikumraniyê û dabînkirina maf û şayisteyên xelkê Kurdistanê dikin.

Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.