Elon Musk bi Grokipediayê bû reqîb ji Wikipediayê re

Elon Musk bi Grokipediayê bû reqîb ji Wikipediayê re

PeyamaKurd- Karsazê Amerîkî Elon Musk, bi fermî Grokipedia ragihand ku ansîklopediyayeke nû ye, bi hişê çêkirî dixebite û ji aliyê kompanyaya wî ya xAIyê ve hatiye bipêşxistin.

Musk li ser medya xwe ya civakî Xê ansîklopediya Grokipedia ragihand û got, armanca wî ya ji avakirina Grokipediayê ew e ku "komek çavkaniyên agahiyên berfireh li ber destan bin".

Ansîklopediya nû ya Musk wekî alternatîfa Wikipediayê tê dîtin û tê gotin ku armanca wî ew e, cihê Wikipediayê teng bike.

Di destpêka ragihandina xwe de, Grokipediayê di navbera 800 hezar û 900 hezar gotarên bi zimanê Îngilîzî de belav kirin.

Berevajî modela Wikipediayê ku pişta xwe bi xwebexşan ve girê dide, Grokipedia xwe dispêre modela zimanî ya Grok AIyê û bikarhêner nikarin destkariyê di gotaran de bikin.

Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.