Li bajarê Mûşê brûskê li şivanekî xist û şivan mir

Li bajarê Mûşê brûskê li şivanekî xist û şivan mir

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê di navbera gundê Ajmanûk (Güzeltepe) û Kijlakom (Kumluca) de kesê bi navê Ömer Aktaş (34) di wexta miyên xwe diçêrand, baran bariya. Bi baranê re brûskê li Ömer Aktaş xist û Aktaş giran birîndar bû.

Tîmêm tenduristiyê bi ambûlansê Ömer Aktaş birin nexweşxana dewletê ya bajarê Mûşê lê Aktaş li nexweşxanê can da.

Ev nivîs 24 car hatiye xwendin.