Neteweyên Yekbûyî Hişyarî Dide: Binpêkirinên Mafên Mirovan li Siwêdayê pir mezin in
PeyamaKurd – Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo Sûriyeyê, roja Sêşemê, bi daxuyaniyekê rewşa parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê nirxand û ragihand ku binpêkirinên mafên mirovan li herêmê gihîştine "astên pir mezin". Komîsyonê tekez kir ku lêpirsînên wan ên li ser tundûtûjî û çanda bêcezatiyê dê berdewam bikin.
Daxuyanî piştî serdana duyemîn a komîsyonê bo Siwêdayê û parêzgehên din ên ku mazûvaniya koçberan dikin, hat weşandin. Di çarçoveya serdanê de, endamên komîsyonê bi xelkê herêmê re hevdîtin pêk anîn û guh dan çîrokên wan ên derbarê tundûtûjî, koçberî û îstîsmarê de.
Komîsyonê spasiya xelkê kir ji ber ku wan bi wêrekî şahidiyên xwe par ve kirine û ev yek ji bo belgekirin û tespîtkirina berpirsiyaran weke gaveke "pir girig" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Asta binpêkirin û îstîsmarê pir mezin e. Êş û azara sivîlan berdewam dike. Pêwîstiyeke lezgîn heye ku hewlên navneteweyî ji bo têkoşîna li dijî koçberî, bêewlehî û bêcezatiyê werin xurtkirin."
Komîsyona ku di sala 2011an de ji aliyê NYyê ve hatiye damezrandin, pabendbûna xwe ya ji bo misogerkirina hesabdayînê dubare kir û destnîşan kir ku ew ê belgekirina binpêkirinên berfireh ên ku di salên şer de ji aliyê hemû aliyan ve hatine kirin, bidomîne. Ev komîsyon ji destpêka şerê Sûriyeyê ve gelek tawanên wekî kuştinên bêdadwerî, girtinên keyfî û koçberkirinên bi darê zorê tomar dike.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.