Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne

Rojhilata Navîn di qonaxeke nû de ye: Veguherînên mezin li ber derî ne

PeyamaKurd – Rêveberê berê yê CIAyê, David Petraeus, di hevpeyvînekê de ragihand ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê şekildan û dîplomasiya "dijwar lê stratejîk" a Serok Donald Trump li herêmê encamên berbiçav dide. Petraeus her wiha behsa pêşniyara avakirina herêmên ewle li Xezeyê û hevdîtina xwe ya bi serokê demkî yê Sûriyeyê, Ehmed Şera, re kir.

David Petraeusê ku di karûbarên xwe yên leşkerî û îstîxbaratî de xwedî ezmûneke kûr e, siyaseta Trump a li Rojhilata Navîn wekî "dîplomasiyeke stratejîk a ku bi gotinên tund tê piştgirîkirin" pênase kir. Li gorî wî, ev nêzîkatî ne ji bo êrîşkariyê, lê ji bo avakirina aştiyeke herêmî tê bikaranîn. Petraeus got, "Dîplomasî her tim bi gotinên nerm nayê kirin. Pêwîst e hemû amûrên di destê we de aborî, leşkerî û dîplomatîk bi awayekî koordînekirî werin bikaranîn û Serok Trump vê yekê dike."

Petraeus hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şera re li New Yorkê wekî bûyereke "surreal" bi nav kir. Wî got, "Bi salan berê, ew di hucreyekê de bû û leşkerên me li Iraqê hedef digirt. Niha ew wek serokê Sûriyeyê li hemberî min rûniştiye. Ev îroniyeke dîrokî ye." Petraeus da zanîn ku Şera niyeta xwe ya avakirina hikûmeteke berfireh ku hemû komên etnîkî û mezhebî yên Sûriyeyê temsîl bike, aniye ziman. Lêbelê, wî her wiha bal kişand ser zehmetiyên yekkirinê, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê komên nêzîkî Tirkiyeyê û hêzên Kurdan û li herêmên din komên Elewî û Durzî hene.

Ji bo çareserkirina krîza li Xezeyê, Petraeus modelekê pêşniyar dike ku ji ezmûna "zêdebûna aborî" ya li Iraqê îlhamê digire. Ew dibêje, "Divê Xeze bibe taxên piçûk û ewle. Pêşî her dever bi temamî were paqijkirin, deriyên tunelan werin girtin, û paşê sivîl bi nasnameyên biyometrîk vegerin malên xwe. Piştî ku ewlehî misoger bû, ji nû ve avakirin dikare dest pê bike." Petraeus bi bîr xist ku ev rêbaz di sala 2007an de li Iraqê tundûtûjiyê bi rêjeya %90 kêm kiribû.

Lê belê, ew qebûl dike ku bêçekkirina tam a Hemasê "ne realîst" e û dibe ku hin rêberên wê werin efûkirin an jî derkevin derveyî welat.

Derbarê fikra Trump a ji bo hêzeke aştîparêz a pirneteweyî li Xezeyê, Petraeus got ku ev plan "ji hêla siyasî ve ne mimkin e." Wî anî ziman, "Tu welatekî Ereb leşkeran naşîne ku li ser navê Îsraîlê li dijî Hemasê şer bike. Gelên wan vê yekê qebûl nakin." Petraeus destnîşan kir ku heta welatên wekî Azerbêcan û Pakistanê jî, dema ku fêm bikin ku leşkerên wan dê bi Hemasê re bikevin pevçûnê, dê xwe paşve bikişînin.

Petraeus operasyona dawî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê wekî "pir serkeftî" bi nav kir. "Îsraîlê di 11 rojên pêşîn de karekî fantastîk kir, lê ji bo lêdana tesîsa nukleerî ya li kûrahiya Fordowê, hewcedarî bi hêza me hebû. Bombeyên me yên bi hêza ketina kûr û balafirên B-2yê ev kar kirin. Ev yek ji operasyonên hevbeş ên herî bi bandor ên serdema nûjen bû."

Li ser zêdebûna rola şirketên ewlehiyê yên taybet li Ûkrayna û Xezeyê, Petraeus pênaseya "taybetkirina şer" red kir. Wî got, "Ez bikaranîna peyva 'kirêgir' ji bo wan şaş dibînim. Karê van şirketan parastina konvoyan an jî tesîsan e, ne beşdarbûna şer e." Wî hişyarî da ku bêyî misogerkirina ewlehiyê, xebata şîrketên wiha li Xezeyê dê bi xetere be û got, "Hûn nikarin kaosê bi ewlehiya taybet çareser bikin."

Di dawiya hevpeyvînê de, Petraeus tekez kir ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke ji nû ve şekildanê de ye û Trump hemû hêza Amerîkayê ji bo avakirina vê hevsengiya nû bi kar tîne. Ew hêvî dike ku eger Ehmed Şera bikaribe Sûriyeyê bike yek, dibe ku derfeteke nû ji bo herêmê çêbibe.

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.