Têkoşîna li ser Iraqê: Amerîka zextê ji bo lawazkirina Heşdî Şebî dike, Îran stratejiya xwe diguhere
PeyamaKurd – Têkoşîna ji bo desthilatdariyê di navbera Amerîka û Îranê de li Iraqê careke din gurr dibe, piştî ku Washington bi awayekî rasterast rê li ber guhertina yasaya "Heşdî Şebî" girt û Tehran jî ji bo parastina bandora xwe dest bi guhertina stratejiya xwe kir.
Li gorî agahiyên dawî, Serokê Parlamentoya Iraqê, Mehmûd Meşhedanî, piştrast kir ku hewldanên ji bo sererastkirina yasaya Heşdî Şebî "ji ber zextên Amerîkayê" hatine rawestandin. Meşhedanî da zanîn ku Washington gefa toleyên aborî û siyasî li hikûmeta Bexdayê xwariye û hişyarî daye ku ew ê milîsên ser bi Îranê ve hedef bigire.
Çavkaniyên siyasî yên Iraqî eşkere dikin ku ev pêngav beşek ji stratejiyeke nû ya Amerîkayê ye ku armanca wê "eşkerekirina tora dewleta kûr a Îranê" ye. Di vê çarçoveyê de, ji sala 2023yan ve zêdetirî 100 kesayet û sazî yên nêzîkî Îranê ketine lîsteya toleyan. Her wiha, nûnerê taybet ê nû yê Amerîkayê, Mark Savaya, ji bo têkbirina torên aborî yên Îranê û bêçekkirina milîsan hatiye erkdarkirin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Rubio, ragihand ku çalakiyên ev milîs serweriya Iraqê tehdît dikin û bêçekkirina wan ji bo Washingtonê "armanceke pêşîn" e.
Ji aliyê xwe ve, Tehran hewl dide ku ji pevçûneke rasterast bi Amerîkayê re dûr bikeve. Çavkanî diyar dikin ku Îranê tîma xwe ya berpirsiyar ji bo dosyeya Iraqê guhertiye û armanc dike ku bandora siyasî ya Heşdî Şebî biparêze, her çend rola wê ya leşkerî kêm bibe jî.
Ev geşedan beriya hilbijartinên pêş de metirsiya aloziyên nû li Iraqê zêde dike. Siyasetmedarê Iraqî Îzet El Şeabender hişyarî da û got, "Hilweşandina Heşdî Şebî dê bibe sedema hilweşîna hikûmetê. Ev ne tenê daxwaza Amerîkayê, lê di heman demê de daxwaza Îsraîlê ye jî."
Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.