Tirkiyeyê gumanbarê hêrişa bombeyî radestî Rûsyayê kir

Tirkiyeyê gumanbarê hêrişa bombeyî radestî Rûsyayê kir

PeyamaKurd - Tirkiyeyê gumanbarekî ku bi egera hewldarê hêrişa otomobêla bombebarkirî ya li Moskowê ye hatibû desteserkirin, radestî Rûsyayê kir.

Tirkiyeyê, welatiyê Rûs Yevgeniy Serebryakovê ku piştî hêrişa otomobêla bombebarkirî ya çarşema çûyî ya li paytexta Rûsya Moskowê pek hatibû, li Bodruma navçeya parêzgeha Mûglayê ya Tirkiyeyê desteser kiribû, radestî Rûsyayê kir.

Berdevka Wezareta Karên Navxweyî ya Rûsyayê Irina Volk bi rêya Telegramê di derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: "Yevgeniy Serebryakov radestî Rûsyayê bû û lêkolîner ew lêdipirsin."

Di hêrişa otomobêla bombebarkirî ya ku çarşema çûyî li Moskowê pêk hatibû de otomobêla rawestayî hatibû teqandin û di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

Hate ragihandin ku di nav birîndaran de efserekî Rûs jî heye.