Trump: Em ê li hemberî keştiyên Îranê ‘bêrehm’ bin

Trump: Em ê li hemberî keştiyên Îranê ‘bêrehm’ bin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku beşa herî mezin a Hêzên Deryayî yên Îranê hatiye têkbirin û 158 keştiyên wan niha li binê deryayê ne.

Trump diyar kir ku wan heta niha dest neda keştiyên biçûk ên êrîşa bilez, lê hişyarî da ku eger ev belem nêzîkî qada dorpêça Amerîkayê bibin, ew ê ti toleransê nîşan nedin.

Wî destnîşan kir ku dê li dijî van keştiyan "pergala kuştinê ya bilez û bêrehm" were bikaranîn, mîna ya ku li deryayê li dijî qaçaxçiyên madeyên hişbir tê meşandin.

Trump herwiha bal kişand ser serkeftina stratejiya xwe ya deryayî û îdîa kir ku wan karîbûn %98,2yê madeyên hişbir ên ku bi rêya deryayê ber bi Amerîkayê ve dihatin bidin sekinandin.

Trump peyameke zelal da ku dorpêça li ser benderên Îranê dê bi tundî were parastin û her keştiyeke ku bibe metirsî, dê yekser ji holê were rakirin.