Trump: Min ji Zelensiy re got: Rûs maşînên şer in, em şer rawestînin

Trump: Min ji Zelensiy re got: Rûs maşînên şer in, em şer rawestînin

PeyamaKurd – Namzedê hilbijartinên Serokatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, di beşdariya bernameyeke televizyonê de hûrguliyên hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy re aşkere kir.

Donald Trump got: “Min ji Zelenskiy re got; divê em vî şerî rawestînin. Rûs maşîna şer in.”

Serokê berê û Namzedê hilbijartinên 5ê Mijdarê yê Serokatiya DYAyê Donald Trump, di bernameya televizyonê ya ku bi cîgirê namzediyê yê partiya xwe û Senatorê eyaleta Ohioyê James David re beşdar bû de pesnê şerkeriya Rûsan da û şîretên ku li Zelenskiy kiriye vegot.

Trump got: “Min ji wî re got; divê em vî şerî rawestînin. Rûs maşîna şer in. Şer karê wan e. Şer dikin. Hitler têk birin, Napolyon têk birin.”

Ev axaftina Donald Trump, di qada pêwendiyên navneteweyî û şer û pevçûnên herêmî de bû sedema nîqaşan.