Trump pêşniyara xwe ya bo Îranê eşkere kir: Salona Baloyê!

Trump pêşniyara xwe ya bo Îranê eşkere kir: Salona Baloyê!

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî danûstandinên aştiyê yên krîtîk ên li Îslamabadê, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke bi şêwazê xwe yê taybet belav kir û bal kişand ser peywendiyên bi Îranê re.

Trump di peyama xwe de eşkere kir ku wî pêşniyarek daye Tehranê û got: "Min ji serokatiya Îranê re pêşniyar kir ku eger ew dewlemendkirina uranyumê rawestînin û rê bidin ku keştî di Tengava Hurmuzê de bi azadî derbas bibin, ez ê ji wan re saloneke baloyê (ballroom) ya pir xweşik ava bikim. Wan qebûl nekir, lewma JI BO WE SALON TUNE YE!"

Ev daxuyaniya Trump a piştî dîplomasiya li Pakistanê, wekî berdewamiya zextên wî yên li ser bernameya nukleerî û ewlehiya deryayî ya li herêmê hat nirxandin.