Trump piştî Qeterê derbasî Siûdî bû

Trump piştî Qeterê derbasî Siûdî bû

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku yekem serdana xwe ya serdema duyem a Rojhilata Navîn dike, piştî serdana Qeterê derbasî Erebistana Siûdî bû û li Koşka Al Yamamah a li Riyadê bi Prens Mihemed bin Selman re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de Trump bi awayekî henek got ku soza Siûdî ya ji bo veberhênana 600 milyar dolarî dikare bibe 1 trilyon dolar. Trump, Siûdî wek "dost" bi nav kir û got, "Ez difikirim ku em bi rastî jî ji hev gelek hez dikin".

Piştî hevdîtinê ku nêzî saetekê dom kir, her du lîderan bi rayedarên bilind û kesayetên karsaziyê re civiyan. Di nav wan kesayetan de rêveberên OpenAI, Amazon, NVIDIA, Palantir, Uber, Coca-Cola, Google û Boeing, digel Elon Musk, CEO'yê X, SpaceX û Tesla, ku yek ji şêwirmendên herî girîng ên Trump e, hebûn.

Tê hêvîkirin ku Trump û pêşengên cîhana karsaziyê îro beşdarî Foruma Veberhênana Amerîka-Siûdî bibin.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.