Zelenskiy: Ger Pûtîn hevdîtina Stenbolê red bike, Rûsya aştiyê naxwaze

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy li ser hevdîtinên bi Rûsya re yên 15ê Gulanê ji bo agirbestê li Stenbolê bên kirin daxuyanî da.
Zelenskiy ragihand ku ew dê li Enqerê bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinekê pêk bîne û heke Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn were, ew dê derbasî Stenbolê bibe.
Zelenskiy got, "Eger Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn hevdîtina li Tirkiyê red bike, ev dê bibe delîla dawî ku Rûsya aştiyê naxwaze."
Herwiha Zelenskiy da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo hevdîtinên roja pêncşemê ya li Stenbolê hatiye vexwendin û wiha pê de çû: "Ez nizanim biryara Serokê Amerîkayê çi ye, lê ez difikirim ku heke ew beşdarbûna xwe erê bike, ev dê bibe hêzeke piştgir ji bo hatina Pûtîn."
Ev nivîs 50 car hatiye xwendin.




