Trump xeta sor a bo Îranê eşkere kir

Trump xeta sor a bo Îranê eşkere kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî biryara Îranê ya ji bo rawestandina peymanên ewlehiyê, ji kanala NewsNationê re daxuyanî da û diyar kir ku tu girîngiya vê pêngava Tehranê ji bo wî nîne.

Trump kuştina du serbazên Amerîkî yên li Urdunê wekî karekî pir diltezîn pênase kir û careke din destnîşan kir ku armanca sereke û bingehîn a welatê wî ew e ku bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwedî çeka atomî, ku ev mijar ji bo Washingtonê xeta sor a herî mezin e.

Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniyên tund ên Trump, piştî wê yekê hatin ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di encama êrîşên moşekî û dronî yên Îranê yên li ser Urdunê de 2 serbazên wan hatine kuştin, serbazek winda bûye û 4 serbazên din jî birîndar bûne.

Li aliyê din, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî, Washington tawanbar kir ku hemû bendên hevtêgehiştina Îslamabadê binpê kirine û ragihand ji ber ku Amerîkayê sozên xwe bi cih neanîn, wan jî hemû pabendiyên xwe rawestandine û niha tenê di rewşa parastina xaka xwe de ne.