Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqê, bi gendeliya 21 milyar dînarî tê dadgehkirin
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên ku îro di çapemeniya Iraqê de hatin belavkirin, Wezîrê Perwerdeya Iraqê, Îbrahîm Namis, dê bi tometa gendeliyê li dadgehê were darizandin. Tawanbarî bi peymanekî Wezareta wî ve girêdayî ye ku tê de zirareke mezin gihandiye malê dewletê.
Hat eşkerekirin ku Wezîr Îbrahîm Namis di çarçoveya peymaneke Wezareta Perwerdeyê de bi qasî 21 milyar dînarê Îraqî (ku ev dike nêzîkî 15 milyon dolarê Amerîkî) gendelî kiriye.
Dadgeha lêkolînên taybet bi dosyayên Desteya Destpakiyê (Komîsyona Rûbirûbûna Gendeliyê) ve eleqedar, piştî lêkolînan, biryar daye ku Wezîr wekî tawanbar bê dadgehkirin.
Hat ragihandin ku Namis li gorî madeya 340 a yasaya cezayê Iraqê dê bê dadgehkirin. Ev madeya yasayî bi taybetî li ser tawanên zirar gihandina mal û milkê giştî û dewletê ye.
Ev biryara dadgehê, wekî gaveke girîng di şerê li dijî gendeliyê li saziyên hikûmî yên Iraqê de tê dîtin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.