Witkoff û Kellogg ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê dê biçin Stembolê

PeyamaKurd – Nûnerê Rojhilata Navîn ê serokê Amerîkayê Donald Trump, Witkoff û Nûnerê Taybet ê Ûkraynayê Kellogg ji bo hevdîtinên muhtemel ên Rûsya-Ûkraynayê dê biçin Stembolê.
Hat ragihandin ku Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Ûkraynayê Keith Kellogg dê ji bo hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê yên ku biryar e roja Pêncşemê werin lidarxistin, dê biçin Stembolê. Bendewarî ew e ku roja Pêncşemê li Stembolê civîneke girîng ji bo çareserkirina şerê Rûsya û Ûkraynayê were lidarxistin.
Çavkaniyên ku ji Reutersê re axivîn gotin ku Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff û Nûnerê Taybet ê Ûkraynayê Keith Kellogg dê ji bo hevdîtinan biçin Stembolê.
Ji aliyê din ve ne diyar e ka gelo Serokê Amerîkayê dê tev li şandeya ku ji bo civînê hatiye avakirin bibe yan na.
Şêwirmendekî serokê Ûkraynayê ji Reutersê re got ku Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî dê tenê bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin re bicive, lê ne bi endamên din ên şanda Rûsî re.
Serokê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskî roja Yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ê serdana Stembolê bike û li bendê ye ku bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtin re bicive.
Rojek şûnde, serokê Ûkraynayê got ku ew dixwaze Serokê Amerîkayê Donald Trump beşdarî danûstandinên aştiyê yên bi Rûsyayê re bibe. Lêbelê, Kremlin bêdeng e li ser beşdarbûna Serokê Rûsyayê Pûtîn a di hevdîtinan de.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




