Zêdetirî 2 hezar û 500 Girtî li Iraqê hatin berdan

PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê ragihand ku hemû girtiyên ku di heyamek diyarkirî de ji qanûna efûya giştî sûd wergirtine hatine berdan û heta niha zêdetirî 2 hezar û 500 girtî hatine berdan.
Ehmed Laîbî, berdevkê Wezareta Dadê ya Iraqê, ji Rûdawê re got:
Laîbî diyar kir ku pêvajoya efûya giştî berdewam dike û got, "Heta îro, di çarçoveya qanûnê de zêdetirî 2,500 girtî hatine berdan."
Laîbî got:
"Em ê di zûtirîn dem de li gorî qanûna efûya giştî, serbestberdana hemû kesên di hundir de misoger bikin."
Bi giştî 30 girtîgeh li Iraqê hene. Bi giştî, zêdetirî 67 hezar girtî di van girtîgehan de dimînin.
Efûya giştî, ligel qanûna li ser rewşa şexsî û vegerandina milkê xwediyên wan, di 21ê Çileya 2025an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wekî pakêtek yekane hat pejirandin.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




