Trump: Em dikarin pirsgirêkên Îranê di 24 seitan de çareser bikin

Trump: Em dikarin pirsgirêkên Îranê di 24 seitan de çareser bikin

PeyamaKurd- Li Koşka Sipî di civateka Koşkê de, serokê Amerîkayê Donald Trump bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump di axftina xwe de ragihand ku ew dikare di civîna Neteweyên Hevgirtî ya dawiya vê mehê de, li New Yorkê bi serokê Îranê bi Rûhanî re biaxife.

Trump ragihand ku hedefa wan ne guhertina rejîma Îranê ye û Îran ne Îran a 2 sal û nîv a berê ye û gelek dixwaze bi Îranê re lihev bike. Li ser hevdîtina Trump û Rûhanî ya ku îhtîmale di civîna giştî ya Neteweyên Hevgirtî de bibe, weha got:

“Ez nizanim. Her tişt mumkun e. Dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Di aboriyê de halê wan xerab e. Em dikarin van mijaran di nav 24 sietan de çareser bikin. Ez xebata Macron teqdîr dikim lê em ne di rêya Macron de diaxifin. Rast e rast bi kesên têkildar re diaxifin. Bo lihevkirinê p3ediviya me ti kesî nîne, em dikarin rast e rast lihev bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin