PeyamaKurd – Piştî Google û Facebookê, Microsoftê jî zimanê Kurdî li zimanên xwe yên di sîstemê de zêde kir.
Kompanya teknolojîyê ya Amerîkayê Microsoftê, Kurmancî û Soranî li zimanên xwe yên wergerê zêde kir.
Di nav zimanên Microsoftê de êdî Kurmancî û Soranî hene. Li gor ceribandinên me hêj ne pêşketî ye û Google jê pêşketîtir e. Lê ne dûr e Googleyê derbas bike.
Di nav sepanên Microsoftê de, sepanên wek Kurdish Translator sala 2018ê hatibû weşandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin