Li Xarpêtê qeza: 2 mirî û 2 birîndar

Li Xarpêtê qeza: 2 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li ser rêya Xarpêt û Çewlikê otomobîla ku Ahmet Şimşek dajot, desthilata xwe wenda kir û di encamê de ji ser rê gêrî jêrê bû.

Li ser agahdarkirina tîmên cendirme û tenduristiyê çûn ciyê qezayê. Di encama kontrola tîmên tenduristiyê de dîtin ku rêvebirê beşê yê Muftîxana navça Qaraqoçanê Bayram Yazar jiyana xwe ji dest daye.

Di qezayê de rêvebirê beşe yê rêvebiriya perwerdê ya Qaraqoçanê Hüseyin Ateş, ajotvan Ahmet Şimşek û Şeref Akatay piştî mudaxeleya tîmên tenduristiyê wan şandin nexweşxana Xarpêtê ya ya bajêr ya bi navê Fethi Sekin. Hüseyin Ateş li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Dermankirina her dû birîndarên din dewam dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin