Balafira ambulans ket: 8 kes mirin

Balafira ambulans ket: 8 kes mirin

PeyamaKurd - Li welatê Filipînê balafireke ambulans bi ser herêma cihê geştiyaran de ket û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û li cihê bûyerê şewat çêbû.

Berpirsên rêveberiya polîsên Filipînê ragihandin ku li gundê Panson ê ser bi Lagunayê ve ku dikeve başûrê bajarê Manîlaya paytexta wî welatî, balafirek ketiye cihê geştyarî yê li wê deverê.

Berdevkê Rêveberiya Asmaniya Sivîl a Filipînê Eric Apolonio jî diyar kir ku wê balafira ambulans ji başûrê bajarê Dîpologê nexweşek bo paytexta wî welatî vediguhast û got ku dema di ser bajarê Lagunare derbas dibû, ji radarê derketiye.

Eric Apolonio got ku di balafirê de 2 pîlot, bîjişkek, 3 perestar, nexweşek û sivîlek, bi giştî 8 kes hebûn û her heşt kes jî mirine.

Herwiha hat ragihandin ku 2 kesên li wê devera ku balafir lê ketiye, birîndar bûne û ji bo dermankirina birînên wan bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin