PeyamaKurd – Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy ragihand ku ji bo şer bi dawî bibe dixwaze bi serokê Rûsyayê Valdimir Putin re hevdîtin bike. Zelendkiy her weha ragihand ku wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken di roja 24 ê nîsanê de seredana Kîevê bike. Zelenskiy di mijara ku dixwaze Putin bê darizandin an na de got ku ew bawere wê Putin bê darizandin. Zelenskiy weha dewam kir:
“ Dema em şer qezenc bikin em ê di Awrûpa de bibin artêşa herî xwurt û bi tecrube. Ez ne bawerim ku Rûsya tenê bi îşxala Ûkraynayê raweste. Dixwazin heya Maldovayê korîdorekî çêbikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin