PeyamaKurd- Temsîlkarê taybet yê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey û temsîlkarê Amerîkayê yê ji li dijî terorê perpirse Nathan Sales li Washingtonê li wezareta karên derve civîna çapemeniyê lidarxistin. Jeffrey raghihand ku li Sûriye û Iraqê tehdîda İŞİDê dewam dike û li Sûriyê tenha hevkarê wan HSD ye. Jeffrey weha got:
“Soza me heye û dewam dike ku kesên bi me re ne û li dijî İŞİDê şer dikin, dê nebin hedefa terefeka dinê. HSD li Sûriyê bi bermayên İŞİDê re têdikoşin. İŞİD niha li Idlib û başûrê Feratê hebûna xwe dide dewamkirin.”
Jeffrey li ser mijara ku PKK ê dîplomatê Tirkiyê li Hewlêrê kuşt de weha got:
“Li aliyekî endîşeyên me bo PKKê hene. Em li ser herêma bi ewle li hev nehatine. Têkiliyên me dewam dikin. Em dixebitin da mîzanekî di navbera wan de deynin. Aliyekî hevkarên me yên binecî û layê din hevkarê me yê NATO yê.”
Jeffrey di mijara hebûna İŞİDê te ragihand ku li dora 10 hezar İŞİD î hene û ji wan 8 hezar li Sûriye û Iraqê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin