PeyamaKurd – Di 17 ê sibatê de 3 kes PTT a Peyasê ya li ser kolana Firatê şêlandibûn û ji PTT ê 20 hezar pere biribûn. Tîma taybet ketibû pey wan û 2 kesan ji wan girt lê kesê sêyem niha firare û lê digerin.
Kesên PTT ê şêlandin, di encama kontrola dîmenên 50 kamerayan de ku dike 160 siet, hatin tesbîtkirin. Di dema girtina wan 2 kesan de hinek perê ku ji PTT ê şêlandibûn bi wan re hat girtin.
Niha îfadê her du kesan li baregeha asayîşê tên girtin û ji bo kesê sêyem bigrin xebata polîsan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin