PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên HSDê û Şamê ji xetên temasê yên li başûrê Hesekê vekişiyan û Asayîşa Hundirîn li wan deveran hate bicihkirin.
Di çarçoveya bicihanîna peymana 30yê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyeyê de, hêzên HSDê û Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ji başûrê Hesekê di du rojên borî de vekişan. Îro Asayîşa Rojava şûna van hêzan girt.
Li gorî peymana di navbera HSDê û Şamê de, divê hêzên herdu aliyan ji qadên şer, ku wekî xalên sifir têne hesibandin, vekişin û li şûna wan hêzên Asayîşê werin bicihkirin.