PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munihê bi serokwezîrê Qatarê re civiya. Barzanî got:
“Bo çareserkirina zahmetiyên herêmê, me behsa girîngiya diyalogê kir.”
Barzanî di çarçova Konferansa Ewlehiyê ya Munihê de bi serokwezîr û wezîrê kar û barên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdulrahman El Sani re civiya. Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de li ser civînê weha got:
“Li ser navê xwegihandina aştiya mayînde, bo çareserkirina pirsigrêkan pêdiviya diyalogê, bi qaîde û bi berpirsiyarî divê mirov di mijaran de tevbigere.”
Di heman wextê de, serokatiya herêma Kuredistanê jî li civîna navborî daxwuyaniyekî belav kir û tê de got:
“Di hevdîtinê de li ser pêşdeçûnên dawiyê yên siyasî, ewlehî yên li herêmê û gengeşeyên heyî, li ser wan axifîn. Her dû teref jî li Rojhilata Navîn bo parastina hûzûr û îstîqrarê behsa girîngiya wan kirin, ji bo ber li bilindbûna asta dijberiyan bigrin, divê hewlên navdewletî hebin û li serê bûne hemfikir.”
Li gor daxwuyaniyê; di hevdîtinê de li ser rewşa heyî ya Kurdistanê û Iraqê dan û sitendin ramanan kirin, behsa rakirina astengên li pêşiya ewlehiyê û rakirina wan kirin û bo bicîhanîna van mijaran jî behsa girîngiya hevkariyan kirin.