PeyamaKurd- Rêveberê nû yê ewlehiyê yê bajarê Hesekê yê girêdayî hikûmeta Şamê Merwan Elî ragihand, ew ê bi hevahengiya ligel hêzên Asayîşê bi hev re ewlehiya herêmê biparêzin.
Îro 2yê Sibatê di çarçoveya bicihanîna rêkeftina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, yekeyên Wezareta Navxweyî ya Sûriyê derbasî bajarê Hesekê bûn.
Rêveberê nû yê Ewlehiya Hesekê Merwan Elî di daxuyaniyeke rojnamevanî de got, hatina wan beşek e ji rêkeftina her du aliyan û diyar kir: "Em ê gav bi gav hemû xalên rêkeftinê bicih bikin. Armanca me ya sereke vegerandina asayîş û aramiya herêmê ye."
Merwan Elî derbarê şêwazê karkirina wan a li Hesekê de destnîşan kir, ew ê bi hevahengiya ligel hêzên Asayîşa Navxweyî ya ser bi HSDê ve, herêmê biparêzin. Di nava çend rojên pêş de, dê her tişt vegere ser rêçika xwe ya rast û aram.
Li aliyê din Fermandarê Asayişê yê Hesekê Siyamend Efrînî jî piştrast kir ku hêzên Wezareta Navxweyî bi hevahengiya wan û li gorî rêkeftinê derbasî bajêr bûne û da xuyakirin, di dema bicihbûna hêzan de ti alozî û girjî çênebûye.
Hêjayî gotinê ye, doh jî hêzên navxweyî yên hikûmetê derbasî bajarê Kobanê bûbûn. Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê rêkeftinê de, di demeke nêz de hejmareke din a hêzên ewlehiyê derbasî bajarê Qamişloyê jî bibin da ku saziyên îdarî û ewlehî li seranserê herêmê werin yekkirin.