PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê li Selahedînê pêşwazî li şandeke bilind a Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîayên Iraqê kir. Di vê hevdîtina girîng a ku wek vîdeoyê hat belavkirin de, herdu aliyan guhertinên siyasî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de, mijara serek avakirina hikûmetê û namzediya Nûrî Malikî bû ku Amerîka ji ber nêzîkbûna wî ya Îranê naxwaze bibe namzedê serokwezîrtiyê.
Di civînê de ku hejmarek ji rêveberên diyar ên Çarçoveya Hemahengiyê tê de beşdar bûn, behsa hemahengî û karên bi hevdu re yên navbera aliyên siyasî, ji bo derbaskirina alozî û parastina seqamgiriya siyasî û ewlehiya Iraqê hat kirin.
Mijarekî din a hevdîtinan pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û çareseriya pirsgirêkên hatine cemidandin ên navbera Hewlêr û Bexdayê de yên di çarçoveya destûrê de bûn. Şanda mêvan bal kişand ser rola Serok Barzanî ya di proseya siyasî ya Iraqê û dîtina çareseriyên guncaw a ji bo krîzan.
Hêjayî gotinê ye, ev civîn di demeke ku hewlên siyasî yên ji bo yekxistina navmala Iraqê û rûbirûbûna astengiyên berdewam de pêk tê ku niha hewl tê dayîn hikûmeta nû were avakirin.