PeyamaKurd – Hat ragihandin ku piştî guherîna kontrola Kampa Holê û vekişîna HSDyê, piraniya malbatên biyanî yên bi DAIŞê ve girêdayî ji kampê derketine.
Çavkaniyên mirovî ji ajansa AFPyê re eşkere kir ku beşa taybet a ku zêdetirî 6,000 biyanî lê dihatin ragirtin, niha “hema hema bi temamî vala bûye”.
Hat diyarkirin ku ji roja şemiyê vir ve di vê beşê de “kêmtirî 20 malbatan” mane.
Şahidan îdia kir ku piştî têketina çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ya kampê, wan dîtiye ku “zilamên çekdar jinên bi tevahî nixumandî bi wesayîtan ji kampê derdixin”.
Hin çavkaniyên alîkariyê jî bawer dikin ku ev malbat “bi qaçaxî bo Idlib û parêzgehên din” hatine veguhestin.
Hikûmeta demkî ya Şamê revîna girtiyan piştrast nake û HSDyê bi “terikandina bêserûber a kampê” tawanbar dike.