PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibata 2026an li Hewlêrê, pêşwazî li Balyozê Gurcistanê yê li Iraq, Urdun û Libnanê Archil Dzuliashvili kir.
Di civînê de giranî hate dayîn ser “xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Gurcistanê de”. Ev hevdîtin wekî berdewamiya lûtkeya Dubaiyê ya hefteya borî hate nirxandin.
Aliyan di hevdîtinê de her wiha rewşa giştî ya Iraqê û “geşedanên dawî yên li Sûriyeyê” gotûbêj kirin.
Serokwezîr Barzanî û Balyoz Dzuliashvili li ser giringiya hevahengiya dualî da ku xizmeta berjewendiyên her du gelan were kirin, li hev kirin.